PİRTUKA WEZİRÊ EŞO a NU DERKET -///=> ANP
PİRTUKA WEZİRÊ EŞO a NU DERKET
2015-11-27  
Pirtuka nemir a Wezirê Eşo li ser dîroka perwerda zimanê Kurdî li Sovyetîstana berê aliyê weşanxana Ararat News / MED Diplomatic Publishing da derket.

PÄ°RTUKA WEZÄ°RÊ EÅžO a NU DERKET

Ararat News / MED Diplomatic Publishing

Pirtuka nemir a Wezirê EÅŸo li ser dîroka perwerda zimanê Kurdî li Sovyetîstana berê aliyê weÅŸanxana Ararat News / MED Diplomatic Publishing da derket.

Berya ku nivîskar, wêjezan, dîrokzan, rojnamevan-rêdaktor û wergêrê Kurd yê bi nav û deng 23ê Rêbendan a sala 2015’a, 81 salîya xwe da, li paytexta Yekîtîya Ewrupa û Belcîkayê, bajarê Brûksêlê çû li ser dilovanîya xwe, Apê Wezîr ew pirtuka xwe sala 2014 da dabu weÅŸanxana Ararat News / MED Diplomatic Publishing ku ew çap bikin. Xwedanê weÅŸanxana Ararat News / MED Diplomatic Publishing, Ronî Alasor soza xwe hani ci û bi hevkariya malbata Wezirê EÅŸo ew pirtuk weÅŸand.

Pirtuk çiqaz wek xwesteka Wezirê nemir wek “Pirtûkên Kurdî, Li Ser Kurdan - Li Ermenistanê” hate çapkirinê jî, lê belê ew ronahike berfire dide xwendevana ku çawa zimanê Kurdî cara ewil dîrokêda bu zımanê perwerdê, li Sovyetistana berê. Her wisa, pirtuk ji bo hemu xwendevanên Kurd gelek pêwist û balkêÅŸe, teybeti jî ji bo mamostên Kurd, dirokzan, akademisyen û lêkolinvanan.

Wezîrê EÅŸo, derheqa armanca vê pirtûka xwe da wiha dibêje : Haya Kurdan li welatê me, Kurdistanê, û li beÅŸên diyaspora Kurdî, bilî ya Sovyêtistana Berê, kêm yan jî qet ji dîroka Kurdên Sovyêtistana Berê û nemaze ji edebyet û çanda wan tune bû. Weke pisporekî dîrok, edebyet û çanda Kurdên Sovyêtistana Berê, ez xwe berpirs dibînim ku vê valahiyê weke karîn û zanîna xwe dagrim, tijî bikim. Ez bêtir, ji ber wê yekê, vê armancê bi cî tînim ku Kurdên li dervayî Sovyêtistana Berê bikaribin wê dîrokê weke ders, weke fêr bibînin û bi kar bînin.

HUN ÇAWA DIKARIN PIRTUKA WEZÎRÊ EÅžO DEST XWE XIN : Pirtuk 137 rupele û 48 wênên ronakbîr û qehremanên ku xizmeteke mezin dane ÅŸoreÅŸa perwerde û lêkolina zimanê Kurdî ci digre. Hukumeta Kurdistanê û nunerê wê yê Yekîtîya Ewrupa berêz Dîlawer Ajgeîy ji piÅŸtgirîya bêÅŸek ji derçûyên çapkirina pirtuka Wezîrê EÅŸo dane li ser milên xwe. Kesên ku bixazin ku pirtuka Wezirê EÅŸo dest xwe bi xin, ew dikarin weÅŸanxana Ararat News / MED Diplomatic Publishing (med-diplomatic@hotmail.com) Buroa Kurdi (kurdishbureau@scarlet.be ) û Ä°nsituya Kurdi Bruksêlê (kib@skynet.be ), an ji malbata Apê Wezir ra bikevin têklayê.

Wezirê EÅŸo kî ye ?

Wezîrê EÅŸoyê Hûtî Begê, 1’ê Mijdara sala 1934’an li payîtextê Gurcistanê-Tivlîsê hatiye cîhanê. 1958a fakûltêta (beÅŸa) Zanîngeha payîtextê Ermenîstanê – Yêrêvanê ya dîrokê xelas kiriye. Salên 1958-1961ê weke serokê dibistana gundê xwe - Pampê (li nawça Axbaranê) kar kiriye. Salên 1961-1963an li Lênîngiradê (niha Pêtêrsbûrg) beÅŸa Kurdi-Kurdzaniyê da ya Înstîtûta Rojhilatzaniyê, bûye pisporê dîroka Kurdistanê. Salên 1964-1994a wek rêdaktor, serrastkir û kontrolkirekî çapemeniya Ermenîstanê yê sereke, her usa jî wek rêdaktor-wergêrê beÅŸa weÅŸanên bi Kurdî ya Radiyoya Ermenîstanê li Yêrêvanê kar û barên xwe bi cî anîne.

Apê Wezîr, piÅŸtî ku sala 1995a da hate Belcîkayê, heya roja mirina xwe dest kar û xebatên xwe yên ronakbîrî û PEN a kurdewarî berneda. Jîyana Apê Wezîr herdem dewlemend, Kûrdewar û serbilind bû.

Apê Wezîr, heya roja mirina xwe jî dest kar û xebatên xwe yên ronakbîrî û Kurdewarî berneda. Ew wek herdem, roja 9ê Rêbendanê sala 2015a dîsa çû Bûroya Kurdî cem torîna Cemîl PaÅŸa Perwin Xanimê. Dema ku êvarê vegerya mala xwe, Wezîrê EÅŸo kete komaê û piÅŸtî 14e roja, 23ê Rêbendan a sala 2015’da koça xwe li nav me barkir û çû li ser dilovanîya xwe.

Rastî 81 sal ji bo Apê Wezîr jîyaneke kin bû, bes jîyana wî herdem dewlemend, Kurdewar û serbilind bû. Hemu Kurd û Kurdîstanî, rêxistin û sazîyên Kurdîstanê kar û xebatên Apê Wezîr bîrnekirin û Wezîrê EÅŸo wek Wezîrê Kurd ÅŸandin li ser dilovanîya wî. Dema kû me Apê Wezîr ÅŸande qebra wî, li ser goristanê hemû nûnerên partî û rêxistinên Kurdistanî, Ermen û Asurî-Suryanî bêÅŸdar bûn û rêza xwe dan Wezîrê EÅŸo.

Serokê Kurdistan a BaÅŸûr, Serok Mesud Berzanî jî mesajek ji bo Apê Wezîr ÅŸand û mesaja Serok Berzani alîyê nunerê Hukumeta Kurdistanê Dîlawer Ajgeîyî da hat xwendin. Her wisa Serokê Kongra Gel Remzî Kartal, Endamê Rêveberiya KCK ê Zubêr Aydar, li ser navê Partîya Demokrata Kurdistana Îranê Dr Xusro Abdulahî, Serokê Buroya Kurd a Brûksêlê Perwîn Xanim û Sedqî Terwanshe, nunerê Partîya Demokrat a Kurdistane li Belcika ser navê Partîya Demokrat a Kurdistan (PDK), Partîya Demokrat a Kurdistan a Ýranê, Partîya Sosyalîst a Kurdîstan (PSK), Partîya Yekîtîya Demokrat a Surîyê, Yekîtîya Kurd li Surîyê û Partî Demokratîa Kurd Surîye axaftinek kir.



Print


.
2015-11-27 - 17 :26    PÄ°RTUKA WEZÄ°RÊ EÅžO a NU DERKET
2012-04-30 - 01 :46    A NEW BOOK FROM ARARAT PUBLISHING
2010-11-13 - 02 :06    RONI ALASOR : Fetullah Gülen ve Saidi Kürdi Gerçegi
2010-10-05 - 23 :26    Wezire Eso : KURDZANE MEZIN – QANATE KURDO
2010-10-05 - 23 :22    Wezire Eso : KURDZANE MEZIN – QANATE KURDO
2010-10-05 - 23 :17    FETHIYE CETIN: MY GRANDMOTHER
2008-04-08 - 23 :05    Διαταγή:"Εκτελέστε τους Αιχμαλώτους
2008-03-03 - 02 :38    Meine Reisen durch Südostasien / Boxan Verlag
2008-03-03 - 02 :33    Ukyldens tid ? Hamar pÃ¥ 50-tallet
2008-03-03 - 02 :27    Innenfor Utenfor - Hamar i dag / Ararat
2008-03-03 - 02 :19    Gizemli GüneydoÄŸu Asya seyahatnamesi / Ararat
2008-03-02 - 19 :45    Mistichnata Ugoiztochna Asia : Кюрдският Марко Поло разка
2008-03-02 - 19 :40    GÄ°ZEMLÄ° GÃœNEYDOÄžU ASYA / Ceylan Yayınları
2008-03-02 - 18 :12    Åžifreli Mesaj : Trene Bindir



About us  |  Contact information
Copyright 2008, ANP. All rights reserved.
Powered by Med Diplomatic