Dr ZerdeÅŸt Haco Xelata Mîr Celadet Bedirxan wergirt
27.10.2023, Roni Alasor, Middle East Diplomatic – Ronakbir, zimannas, nivîskar û mamostê zmanê Kurdi Dr. ZerdeÅŸt Haco yekemîn Xelata Mîr Celadet Bedirxan wergirt.
Xelata Mîr Celadet Bedirxan bi merasîmeke Fermi li bajarê Dresdena Elmanyayê hat dayîn ku merasîm ji alîyê Foruma Elmanî-Kurdî ve hatîye lidarxistin.
Rojnemevan Zinar Åžîno, yê tora medya Rûdawê diyar kır ku, Dr ZerdeÅŸt Haco ji ber kar, xebat û lêkolînên xwe yên di warê ziman û edebîyata Kurdî da hêjayî wergirtina yekemîn Xelata Mîr Celadet Bedirxan bu û xelata xwe dı destê alîkarê Serokê PENa Navneteweyî Prof. Terry Carlbom û Younes Bahram gırt.
Dr. ZerdeÅŸt Haco zimanzanekî Kurd e ku wî doktoraya xwe li Zanîngeha Berlînê ya Azad di warê zimannasî û zimanên Hînd û Îraniyê da kirîye.
Dr. ZerdeÅŸt Haco ÅŸabuna xwe wıha tora Rudawê ra hani zıman : “Dema ku mirov xebata xwe ji dil bike, ne ku ji bo navê xwe bike bêhtir dixwaze ew têkoÅŸîna wî bibe berhemeke giÅŸtî ji civaka wî re. Eger bên bibêjin me xebatên te li ber çavan girtine û me dîtiye tu vê têkoÅŸînê dikî û em jî dixwazin te xelat bikin, bi taybetî xelata kesekî wekî Mîr Celadet Bedirxan ji bo min cihê ÅŸaneziyê ye.”
Zimanzan û nivîskar Mamoste ZerdeÅŸt Haco sala 1950’yan hatîye dinyayê.. Heta niha li zanîngehên Berlîn, Bremen û Hambûrgê ders dane û çendîn gotarên wî hatine çapkirin. Haco gelek gotar li ser babetên zimannasiyê weÅŸandine.
Dr. ZerdeÅŸt Haco di navbera salên 1997-1999an de 2 salan sekretêrê giÅŸtî û ji sala 1999an heta 2013an jî 13 salan Serokê Navenda PENa Kurd bû.
Çevkani : Tora Medya Rudawê