Navdareki Kurd : Cewoyê Emer Mamoyan
Lianna Mhoyan/ Rojnevan a Kurd ji Rewanê.
Di jîyana her kesê me da r’ola mamosta p’ir’ mezin e, xazma, di pêvajoya dijwarîn a wek kes pêkhatin û ÅŸêwazgirtina me da. Li bal her zar’okekê ji nava mamostayan da yek cuda dibe, yê ku di nava têgihîÅŸtina cîhana hawîrdorê û nirxan da bi ÅŸêweyekî cuda tê wat’edarkirin û dibe nîgara mamostayê wî/wê yê hizkirî. PiÅŸtî gelek salan jî mirov bi r’êzdarî û hizkirineke cuda wî mamostayê xwe bîr tine, nîgara wî di k’ûrahîya dilê xwe da bi germahî dip’arêze.
Û ev jî xwezayî ye. Ma ne, her mirovek bi ÅŸêweyê xwe jîyanê û bûyerên r’ojane, yên ku li dora wî pêk tên, tê digihîje, bi ÅŸêweyê xwe wan hemûyan qîmet û wat’edar dike. Bi nêzîke bi vî awahî, p’ergala (sîstêm) cîhannaskirina mirov pêk tê û ÅŸêwazdar dibe
Divê bê zanîn, ku di cîhanê da nirx û hêjayî hene, yên ku, çiqas jî têgihÅŸtinên cuda, wat’edarkirinên cihêr’eng û dem bai dem qîmetkirinên demî pêk bên, yek e, wat’eya wan a dîrokî nayê guher’tin. Hemû deman jî yek ji wan nirxan, bê guman, Mamosta bûye, yê ku di nava civakê da xwedî r’êz û hurmet bûye, gelekan hewl dane, mînanî wî bin, xewn û daxweza gelek dê û bavan ew bûye, ku zar’oka wan jî di pêÅŸer’ojê da bibe mamosta.
Heya mînakên wisa hene, dema p’eyva mamosta bi wat’eyên perwerdeger û dersdar r’a wisa jî awazên wat’eyî yên dine dest anîne, yên wek: mîmarê ÅŸêwazdayîna r’uh û r’ewanê ciwan, sazûmandarê mirovê nû, afrînerê mirov û yên dinê. Û ev jî xwezayî ye, ma ne, armanca dawîyê ya pêvajoya p’erwerdeyê herdem jî mirov bûye û îro jî ew e, û mirov jî sert’aca hemû nirxan e, ew pîvana qîmetkirina wan e. Her t’enê cîhana bi îdêala mirovî nîgardarbûyî t’ekûz û bê kêmasî hatye dîtin, lewra jî k’arê mamosta yê sereke ew e, ku p’erwerdeya nivÅŸê ciwan wisa bîne sêrî, ku ji bo cîhana wî ya r’ewanî nirxê herî bilind mirov be…
Weha, piÅŸtî ku ez bi dîroka jîyan û ÅŸuxulvanîya yek ji lawên gelê k’urd ê navdar, mamostayê gelêrî yê bi nav û deng, r’êvebirê ÅŸareza û zane yê pêvejoya p’erwerdeyê, têk’oÅŸer’ê dijî faÅŸîzmê yê bêhemp’a û sazûmandarê bê westan ê serdemên aÅŸtîyê, Mamostayê k’eddar ê K’omara Sovêtî ya Ermenîstanê Cewo ê Emer Mamoyan r’a bûm nas, û min xwest, di derbarê wî Mirovê Mezin da binivîsim, r’ûh û r’ewanê min bi van hizir û r’amanan hatibûn hingavtin…
Ez heya dawîyê bi bawer bûm, ku k’arê nivêsîna di derbarê vî kesê navdar da dê k’arekî hêsan nînbe, lewr ku t’evahîya jîyana wî ji hêlekê va bi k’arên bert’erefkirina dijwarî û astengîyan dagirtî bûye, lê ji hêla dine va bi bûyerên sazûmandarîyê û lehengêyan va t’uje bûye, wî Mirovê Mezin t’evahêya jîyana xwe (nîvsedsaleke t’am!) dîyarî k’arê xwendin û p’erwerdeya nivÅŸên nû yên gel xwe kirye, û hema bi wê yekê jî jîyana wî wat’edar bûye. Lêbelê, ez wisan jî bi bawer bûm, ku pêkanîna wî k’arî dê ji bo min r’ûmeteke mezin be – hem wek mirov, hem jî wek r’ojnameger…
Tevahîya gotarê hûn dikarin di pdf-ê a Amuda Kurd da bixwînin.
https://www.amidakurd.net/ku/nuce/MAMOSTAY%C3%8A_GEL%C3%8AR%C3%8E_%C3%9B_T%C3%8AK_O%C5%9EER_%C3%8A_B%C3%8AHEMP_A_Y%C3%8A_DIJ%C3%8E_FA%C5%9E%C3%8EZM%C3%8A