Mihemedê Siloyê Bava koça xwe bar kir ...
Serokê rêxistina Yekbûnê û têkoÅŸerê ji nû ve avakirina Kurdistana Sor Mihemed Suleymanovîç Babayev di 89 saliya xwe de çû ser dilovaniya xwe. Rêxistina Yekbûnê yekem rêxistina Kurd e ku li Azerbaycanê hatiye damezrandin.
Mihemed Suleymanoviç Babayev (Mihemedê Siloyê Bava) ê ku di 20’ê Cotmeha 1920’an de li gundê Ararat a Ermenistanê ji dayîk bû, di 30’yê Kanûna 2011’an de li paytexta Azerbaycan Bakûyê xatir ji vê dunê xwest û çû ser dilovaniya xwe.
Babayev ê ku ji aliyê Kurdên Sovyeta berê ve ji nêz ve tê nasîn, sertêkoÅŸerê ji nû ve avakirina Kurdistana Sor bû ku Kurdistana Sor di sala 1923’yan de hatibû damezrandin û di sala 1929’an de hatibû rûxandin. Babayev û Kurdên li derdorê bi vê armancê di sala 1989’an de rêxistina ‘Yekbûn’ê di Wezareta Dadî ya Yekîtiya Sofyetan de dabû fermîkirin. Di rêziknameya Yekbûnê de armanca avakirina vê rêxistinê bi kurtasî wiha hatibû vegotin: “Ji nû ve avakirina Kurdistana Sor.” Lê belê bi sala fermîbûna Yekbûnê re, Yekîtiya Sovyetan hilweÅŸiya û bi vî awayî ev armanca jî negihiÅŸt serî.
Babayev di sala 1946’an diçe Rojhilatê Kurdistanê û li wir bi lîderên Kurd Qazî Mihemed û Mele Mistefa Barzanî re hevdîtinan pêk tîne. Babayev ê ku di sala 1993’yan de dîsa diçe Rojhilatê Kurdistanê, piÅŸtre bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtinê pêk tîne û piÅŸtre jî bi hemû derdorên siyasî yên Kurd re hevdîtinan pêk tîne.
Babayev ê ku Serokomarê Kurdistanê Qazî Mihemed re li paytext Mahabadê gelek caran hevdîtin pêk anî û pêre xebitî, ji aliyê Kurdên Sofyeta berê ve wekî nûnerê Kurdên Yekîtiya Sovyetê hatibû hilbijartin. Babayev ê ku di sala 1993’yan de çû cem Ocalan û beÅŸdarî hevdîtinên aÅŸtiyê bû, digot: “Êdî ez kal bûme, lingê min naleqin, lê dilê min bi PKK’yiyan re ye.”
Mihemed Babayev bîranên xwe û dîroka nêz a Kurdên Kafkasyayê di 8’ê Sibata/ReÅŸemiya 2009’an de bi hevpeyvînekê dabu rojenemevane Kurd Rahmi Yagmur ev hevpeyvina bi ajansa ANF’ê re parve kiribû.
http://ku.anf.bz/index.php?rupel=nuce&nuceID=25196