JÄ°YANA NIViSKARÊ KURD ELÎYÊ EBDILREHMAN
100 salîya nıviskarê Kurd yê hêca Elîyê Ebdilrehman, aliyê Yekîtîya Kurdên Qazaxistanê ”Berbang”ê bi serokatîya akademîsyen Kinyazê Îbrahîm dabû organîzekirin û li Qesira Assambleya Gelên Qazaxistanê, li bajarê Almatîyê hate derbazkirin.
Lı cıvinêda rojnemevan û nıviskarê Kurd, redaktrê malpera RIATAZA Têmûrê Xelîl lı ser jiyana nemır Elîyê Ebdilrehman da axaft û wıha got :
Ev hurmeta mezin, ku ez li vê Qesira Assambleya Gelên Qazaxistanê, ber bi dehan kesên ber dilê min ezîz sekinîme, bi saya keda Elîyê Ebdilrehman e. Ez û Elîyê Ebdilrehman 14 salan li redaksyona rojnameya kurdî ya here jîyandirêj ”Rya teze” da bi hev ra xebitîne. Ew serwêrê beÅŸa Jîyana partîyê bû, ez serwêrê beÅŸa Çandê bûm. Ez li redaksyonê him dixebitîm, him jî hîn dibûm. Ber destê Elîyê Ebdilrehman hînî meslekê xwe bûm, hînî hezkirina miletê xwe û welatê xwe bûm. Ji wî Merivê Mezin tenê hînî helbestnivîsarê nebûm, ew jî ne di rûyê wê yekê da ku mamostayê min ez rind hîn ne dikirim, lê ji wê yekê ku talanta min têrê ne dikir.
Ji ber ku me gelek caran qala kurd û Kurdistanê dikir, pêwendîyên me bi kurdên Kurdistanê ra hebûn, me rojname û kovarên kurdî distendin û dixwendin, kurdên Kurdistanê ku seredana Ermenîstanê dikirin, dibûne mêvanên malên me, serokatîya rojnameyê bi çavekî ne dostane li me dinihêrî, ditirsîyan ku serokatîya Ermenîstanê wê zirarê bide wan, ji ber ku xebatkarên rojnameya organa Partîya Komûnîstîyê û dewleta Ermenîstanê bi bîyanîyan ra (ango, kurdên derva ra) girêdayîne, lê bîyanî jî li welatê me hemû “împêrîyalîst” bûn. Heta difikirîn, ku em ”girêdayîne”, ango bi KGB ra kar dikin.
Wan salan pir zehmet bû yek bikaribe here welatekî kapîtalîstîyê. Yê pêÅŸin, ku çû Sûrîyê (Kurdistana Rojava) Elîyê Ebdilrehman bû. Dû wî ra ez çûm. Wê demê cîgirê redaktorê rojnameyê Emerîkê Serdar di redaksyonê da deng bela kir, ku: “Min ji we ra digot ev kesana ”girêdayîne”, we bawer ne dikir. Meriv tenê bi riya KGB dikare here welatekî”. Heta derheqa vê yekê da di kitêba xwe ya ”Mukurî” da jî nivîsî. Ji kesên ha ra cem me digotin: -Belengazê hiÅŸê xwe…
Elîyê Ebdilrehman kurdekî dilsoz, mêr bû. Weke ku ji rêveçûna wî jî xuya bû ku ew kurdekî mezin e. Xênji nivîskarîyê û ÅŸayîrtîyê, wî karên civakî jî dikir. Endamê komîtêya karger ya rêxistina kurdên tevaya Sovyetê ”Yekbûn”ê bû, dema di malbetekê da bêhntengî an nelihevî hebûna, berê xwe didane Elîyê Ebdilrehman bona bi ÅŸêwr û temîyên xwe va pirsgirêkên wana çareser bike. Merivekî nandar bû, xêrxwazekî bi gotina we bû.