Nirxandina Islama Siyasî di neynika wêjeya Kurdî de
Bruksel, 5.08.2018 - MED-Diplomatic - Destpêka meha Tebaxê, li ser vexwendina Navenda PENa Kurd, 49 nivîskar, helbestvan, rojnamevan, weshanger, mamosteyên zimanê Kurdî û hijmarek ji rewshenbîrên Kurd li bajarê Braunscheigê / Elmaniya li hev kom bûn.
Semînara ronakbirên Kurd bi rawestana yek xuleyê li ser giyanê cangoriyên tevgera raman azad li cihanê, rizgariya neteweyî yî kurdî, cangorî û goriyên qirkirina Shingalê û sirûda Ey Reqîb destpêkir.
Di civinêda nirxandina Islama Siyasî, di neynika wêjeya Kurdî de yek jı wan mijarên gırıng bu. 5 gotarên zanistî di biwara Islama Siyasî de hatin pêshkêshkirin. Gotarvan di axiftinên xwe de li ser dîroka ramanên fîlosofî û pêkhatina olan/ayînan rawestiyan. Wan islamkirina Kurdistanê û bandora ola/ayîna islamî li ser civaka Kurdistanê shirovekir.
Di pisht re beshdarên civînê bi berhemên xwe yî wêjeyî ramanên olî û bandora wan li civaka Kurdistanê neynik kirin. Giyanê yekbûnê di nav hemû beshdarên seminar de li ser van bingehan bi cih hat:
•Divê em ol /ayîn û siyastê ji hev cida bikin.
•Wêjeya kurdî neynika civaka me yî pirreng û dewlemend e.
•Erkê rewÅŸenbîr û wêjevanên kurd e, ku ew li gor ûjdanê gel tevbigerin û li nirx û bihayên mirovdostiyê, pirrengiyê û toleransê xwedî derkevin.
•Tundrewî di hemû ol û ayînan de li dijî nirxên dêmokratî û ÅŸaristaniya mirovayetiyê ye.
•Ezmûneya gelê me bi tundrewên Islama Siyasî re nîshan dide, ku pergala Islama Siyasî pir caran bûye pergala zordestî û stimkariyê.
•Nexwendewarî derfetê li ber ramanên olî/ayînî yî tundrew vedike, ji ber vê yekê divê bi her awayî sherê nexwendewariyê li Kurdistanê were kirin.
•Qirkirina gelê me li Shingalê bi destên hovên tundrewên Islama Siyasî tê shermezar û reswa kirin.
•Kurdistan cihê pirrengiya, ol/ayîn û baweriyan e, divê ramanên azad û demokratî herdem tê de werin parasyin.
•Pirrengiya Kurdistanê bi bicihkirina mafên kêmnetew û olan di zagona bingehîn de tê parastin.
(Çevkani û wêne: PEN a KURD)