Barzanî: Divê em hev xaîn îlan nekin
16 Adar (AKnews) – Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, di civîna digel Encumenê Parêzgeha Silêmaniyê de, got, "Divê nakokî negihên wê astê ku em hev xaîn îlan bikin."
Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, îro li navçeya Pîrmam digel endamên Encumena Parêzgeha Silêmaniyê civiya.
Li gorî nûçeya malpera fermî ya Serokatiya Herêma Kurdistanê, Barzanî, di civînê de, got, "Min hewl da di hilbijartinên 2009ê de, hikûmetek berfireh bê avakirin. Ji ber ku, em di wê baweriyê de bûn divê kurd nav xwe de bihêz û yek bin."
Serokbarzanî, da zanîn, ne hikûmet tiÅŸtên baÅŸ yên muxalefetê (opozîsyon) qebûl dike, ne jî muxalefet guhdarî hikûmetê dike û wiha pêde çû:
"Rast e, kêmanî hene, lê divê negihên wê astê ku em hev xaîn îlan bikin û hevrikî û xwestekên xwe yên siyasî ser yên gel de bisepînin."
Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, xwepêÅŸandan mafê sirûÅŸtî yê welatiyan zanî û bikaranîna tundiyê, karek ÅŸaÅŸ bi nav kir.
Barzanî, nerazîbûna xwe li hember "du îdaretiyê" li Herêma Kurdistanê anî ziman û got, lê rabûna vê sîstemê, pêwîstî bi dem heye.
Barzanî, daxuyand ku ew vê gavê mijûlî xebatên hilbijartina civatên parêzgehan û hilbijartinên pêÅŸwext ên parlamentoyê û avakirina komîsyona hilbijartinê ye.
Di civîna îro de, Serokên fraksyonên Yekgirtûy Îslamî, Goran, YNK, Komela Îslamî û PDKê yên Encumena Parzêgeha Silêmaniyê amade bûn.