YEKİTİYA KURDA, ROLA SEROK Û PARTİYÊN KURD
Roni Alasor / Brûksel
Jı bo pırsgırêkên itifaqa lı nav Kurda, heya roja iroyin gelek derfet dest me çun. Diroka zılm û zordariyê da gelê me gelek bedelên mezın dan. Zılm û komkujiyên hovane bun wek jiyana me a rojane. Jı bo vê yekê, yekiti û hevkariya Kurda, dawxazi û hêviya heri mezın a hemu gelê me yê çar perçên Kurdistanê ye.
Yekiti û hevkariya Kurda, rol û berpırsiyariya heri mezın lı ser mılên serok û partiyen Kurda ne. Nıha gelek derfetên nu û diroki hene, gerek serok û partiyen Kurda rol û misyona xwe baş bıleyzın ku ev derfet ji dest me neçın.
Dema ku serok û partiyen Kurda lı ser himên netewi, demokratik û azadiya universal werın ba hevdu, pırsgırêka yekiti û hevkariya Kurdan çareser dıbe.
Jı bo ku em bıgêhıjın vê encamê, gerek hemu parti û serokên Kurda, teybeti ji PDK û PKK misyona xwe a netewi û diroki baş bıleyzın. Yekiti û hevkariya Kurda xwen nine, ew sond û dawxaziya hemu Rêber û şehidên Kurdistanê ne. Serok Mesud Berzani û Serok Ebdıllah Öcalan (çıqas lı nav çar duwarên esaretê da be ji) wek ruspiyên Kurda dıkarın hemu partiyên Kurd û Kurdistani binın ba hevdu.
Yekitiya Kurda, yê arami û aşitiya lı nav Kurda xurtır bıke û nehêle dıjmınên Kurda û hevalbendên wan lı nav Kurda da provakasyon û şerên bırakujiyê derxın. Yekiti û hevkariya Kurda, hêwiya pêşeroja me ye.
Rola û misyona medya Kurd û hemu ronakbirên Kurdistani ji lı vê astêda zor gırınge. Armanc, yekitiya Kurda, civakeke azad û demokratik e.
Yekiti û hevkariya Kurdan, ne dıji gelên cinar û Rojhılata Navine. Dema ku Kurd lı nav xweda yekiti û hevkariya xwe ava bıkın, ev yek ê xızmeta demokrasi û azadiya Rojhılata Navin ji bıke.