Dîktatorek diçe yek tê
Bedran Hebîb Ehmed*
Cudahî navbera Zeyn el-Abîdîn û Husnî Mûbarek de, ê yekem dizekî tirsonek bû ji destpêka êriÅŸê de reviya, lê ê duyem dîktatorekî serhiÅŸk e. Gelê Misrê zêdetirî 10 roj in li kolanan kom bûye, lê ew qet xwe nalivîne. Lê ti rê li ber wî ji bilî revê nînin. Serdema ÅŸoreÅŸan dest pê kir û ji xuya vê serdemê ye ku serok berî sîsteman diguherin. Mûbarek dibêje ku ji ber peroÅŸa wî li ser welêt ew Misrê bernade, “eger wî berda dê hengame belav bibe û Îxwan Mislimîn dê desthilatê werbigire”. Çi binaseya vê gotinê nîne. Îxwan desthilatê wernagirin çunku gelek tevgerên siyasî yên din jî hene û ta eger wan wergirt li wan pîroz be, mafê desthilatê ji yên dengan werbigiriye û kesê serokatiya Misrê werbigire dê ne bextewer be, çunku dibe sed sal ji Misrê re gerek be ta gelê xwe ji birçîbûnê xelas bike.
Berî ku partî desthilatê werbigire, bi her tiÅŸtî razî nabe û dibêje eger ez di desthilatê de bûma min ê wiha bikira û wiha bikira, lê dema bigihe desthilatê em ê bibînin çawa çi tiÅŸtî bi cî nahîne û dê çawa ji ber sozên xwe bireve. Eger Îxwan bigihin desthilatê belkî hîn kêÅŸeya bêkariyê aloztir bikin, wek mînak gelek misrî jiyar û abora xwe bi geÅŸtyariyê dikin, lê desthilata Îslamî dê vê kertê teng bikin û belkî hîn ji bînî ve bigrin, çunku geÅŸtyarî rûtî, muzîk û sema û serxweÅŸî ye. Çi tiÅŸtek ji van bi prensîpên îxwanan re nagunce û çi ezmûneke îslamî nîne ku tevgereke îslamî sîstemeke wekheviyê bi cih anîne ku xizan û dewlemend tê de wek hev bin.
Bêguman Îxwan nikarin pêwendiyan bi Dewletên Yekgirtî yên Amerîkayê (DYA) re bibirin û ne jî peymana bi Îsraîlê re hilweÅŸînin û aloziyekê pê re derxin. Wê yekê nekin ne ji ber tiÅŸtekî tenê ji ber sedema aborî, DYA salane milyarek û nîv dolar hevkarî bo Misrê dibexÅŸîne, zêdebarî hin alîkariyên din. Bi saya peymana bi Îsraîlê re jî Misr parekê kêm ji bûdceyê li ser artêÅŸê xerc dike. Hejmara artêÅŸa Misrê tenê nîv milyon e, eger Îxwanan girjî bi Îsraîlê re gur kirin divê hejmara artêÅŸê jî zêde bike û di encamê de parekê mezin ji bûdceyê li ser xerc bike ew jî tê wateya zêdekirina xizan û xizaniyê.
Eger em ji çawa li bardoxê temaÅŸe bikin, em ê bibînin ku Îxwan gihiÅŸtin desthilatê li Misrê dê rewÅŸ xerabtir bibe û bêtir bi paÅŸ de biçe. Tê zanîn ku Îxwanan çi bernameya wan ya aborî û siyasî nîne ji bo paÅŸeroja Misrê û rizgarkirina Misrê ji alozî û kêÅŸeyên heyî û derhênana wê ji birçîbûnê. Û ez dibînim tenê serpêç û nimêj dê li Misrê zêde bibe, ev diyardeyên han jî çi kesî têr nake, lê berevajî dê birçîbûnê zêde bike.
Tevgera Îxwan el-Mislimîn li Misrê sala 1928ê hatiye damezrandin, ji wê dêmê de ew dixebitin ta ku bigihin desthilatê. Desthilat jî li Misrê ji wê demê de wan diçewsîne û ti carî fersendeke wiha bi dest wan neketiye ku bigihin desthilatê ta ku berhema ÅŸoreÅŸa Misrê werbigirin. Ev jî berpirsiyeke mezin e ku bi dest hilbijartin û dengdanê desthilatê werbigirin û ji bo wê jî gelek xwîn hatiye rijandin, eger bikeve ser milê kê berpirsiyeke mezin û dîrokî ye. Divê Îxwan bigihin desthilatê ta rastiya wan aÅŸkere bibe, di derbarê birêvebirina welêt de Åžukrî Fezlî dibêje, “Karekî hêja ye, hizr û bîreke fireh dixwaze û bi dûa û nimêjê pêk nahê.”
Gotina Mûbarek ku ew dest ji kursiya desthilatê bernade ji ber peroÅŸ û miqateya wî li ser welêt û ji tirsa gihiÅŸtina Îxwanan bo desthilatê, gotinên vala û bê wate ne. De bila bihêle û biçe, wê demê dê kavilan ji wan re bihêle ku çi sûdê jê wernagirin. Yên paÅŸ wî bihên halê wan dê ne ji wî baÅŸtir be, lê belkî hîn xerabtir. Eger hûn rastiyê dixwazin ez bilez im bo çûna Mûbarek û bileztir im bo gihiÅŸtina Îxwanan bo desthilatê. Ez bi tirs im ku rê û ÅŸêwazên demokratîk hatina Îxwanan hinekî dereng bihêlin, lê tika dikim ku bi lez bigihin desthilatê. Evên han tenê bi rêya desthilatê rastiya wan kifÅŸ dibe. Bêguman bi baweriya min ew dê sîstema dîktator dubare bikin û bi tundî û tûjiya berê. Sebaret gelê misrî yê belengaz jî birçîbûn dê dubare bibe. Dîktatorek diçe yekî din dê ev qedera gelên Rojhilata Navîn e careke din xwe dubare dike.
Bêyî ÅŸoreÅŸeke di bîr û hizrê de ku ji hinav û kûrahiya vî gelî derkeve û berev jiyaneke mirovane biçe, dê guhartinên serok û sîsteman tenê rûwalet û struktur bimîne û çi tiÅŸtekî din nahê guhartin. Mixabin xwîna ku dirije û rondikên ku ji çavan tên xwarê bi hêviya jiyaneke hêjatir, nabin egera pêkanîna wê jiyanê.
*Bedran Hebîb Ehmed Rêveberê GiÅŸtî yê Dezgehê Aras û Ajansa Nûçeyan a Kurdistanê (AKnews) e.