Mêrxasê Sovyetê: Semendê Elî Sîabendov -///=> ANP
Mêrxasê Sovyetê: Semendê Elî Sîabendov
2011-11-08  
Eskerê Boyîk, jiyana Mêrxasê Yekîtîya Sovyet, Semendê Elî Sîabendov nivisi : Ewledê gelê kurd, şervanê efseneyî, Serhingê Ordîya Sor Semendê Elî Sîabendov, bi biryara serokatîya dewleta Yekîtîya Sovyetê, hêjayî navê mêrxasiya Yekîtîya Sovyetê bû.
Mêrxasê Sovyetê: Semendê Elî Sîabendov
Nivîskar û ronakbirên Kurdê Ermenistanê, Eskerê Boyîk jiyana Mêrxasê Yekîtîya Sovyet, Semendê Elî Sîabendov nivisi : Ewledê gelê Kurd, ÅŸervanê efseneyî, Serhingê Ordîya Sor Semendê Elî Sîabendov, bi biryara serokatîya dewleta Yekîtîya Sovyetê, hêjayî navê mêrxasiya Yekîtîya Sovyetê bû.
Mêrxasê Yekîtîya Sovyet, sîyasetmedar, helbestvan û nivîskar Semendê Elî Sîabendov sala 1909an li gundê Hesencano, qeza Qersê, di maleke kurdên êzdî da hatîye dinê. Wê demê ew herêm dikete nav hidûdên dewleta Ûris.
Hela zarok bûye, dest bi ÅŸerê cihanê yê pêÅŸin dibe. Ew herêm dibe qada ÅŸerê osmanîyan, ûrisan, tevgera ermenîyan. Ziyaneke pir mezin digihîje kurdên wê navçê yên êzdî. Malbeta wan jî tevî hemû êzdîyan mal, milk û hebûna xwe dihêlin, bi undayên mezin Ava reÅŸ derbaz dibin, direvine Ermenîstanê, gundekî êla Elegezê: Sengerê, li bal qewmên xwe bi cî dibin.
ÅžoriÅŸa Oktobirê dawî li deshilata Împêratorîya Rûsîyayê tînê. LeÅŸkerên ûris herêmê dihêlin û vedigerine welatê xwe. Roma ReÅŸ bi leÅŸkerekî giran dikeve wê navçê. Deshilatdarîya ermenîyan nikare herêmê bi qewata xwe xweyke. Ordîya tirkan tevî hêzên hemîdîyan tên digihîjin heta gundên êzdîyan yên pala çiyayê Elegezê. Gelek êzdî qir dikin. Halê xelkê çiqas diçe dijwar dibe. Ji ÅŸêr, xelayê, nexweÅŸîyan, bêqanûnîyê qira evdan tê. Tenê pey qeydê Soyetê ra rewÅŸ aram dibe. Diçin bajarê Tilbîsê. Semendê biçûk li wir demekê paletîyê dike, di wê mekteba ÅŸevê da dixûne, ku bona zarokên kurdan yên sêwî û bêxwedî vekiribûn.
Sala 1928an bi pêÅŸnîyarkirina Erebê Åžemo, komek gencên kurd diÅŸînine bajarê Lênîngradê xwendinê. Semend jî di nav wan da bûye. Dû xwendinê ra vedigere gundê xwe — Sengerê. Wê demê kadrên xwendî di nav kurdan da pir kêm bune. Berê di dibistana gund da dersdarîyê dike, paÅŸê tê hilbijartin wek Sêkrêtarê pêÅŸin yê Partîa Komûnîstîyê li navçeya Elegezê û parlamêntarê Parlamêntoya Komara Ermenistanê. Di wan salan da di welatê Sovyetê da hukumdarî tev di destê Partîa Komûnîstan da bû. 

Sala 1941ê wî wek xebatkarê partîayê yê payebilind, sêkrêtarê yekê diÅŸînin bajarê Moskvayê bona di kûrsên sîyasî-partîyê da bixûne.
Wira jî dibihê, ku ÅŸer dest pê bûye, Almanîya FaÅŸîstîyê hicûmî ser Yekîtîya Sovyetê kirîye, gund û bajaran diÅŸewitîne û bi lez pêÅŸda tê. Hema ji wir jî, wî wek qumandarê sîyasî diÅŸînine pêÅŸenîya ÅŸêr.
Ji roja pêÅŸin heta dawîya wî ÅŸerê xezeb, ew bi alaya xwe va bi mêranî, di nav êgir, mirin û xûnê, di ÅŸertên zor û zehmet ra derbaz dibe. Tevî ÅŸerên bona rizgarkirina Moskow, azakirin û ji dijmin paqijkirina bajarên Rûsîyayê — Tûlaye, qezayên Kalûgayê û Biryanskê, komara Bêlorûsîyayê, dewleta Polonîyayê dibe, digihîje Rojava Pirûsya Almanîyayê. Di wan ÅŸeran da gelek caran birîndar dibe, dikeve nexweÅŸxanên leÅŸkerî, ji pey qencbûnê ra dîsa vedigere pêÅŸenîya ÅŸêr.
Ji bo efatîyê, jêhatinê, mêranîyê, culetîyê, ÅŸureta serleÅŸkerîyê û emekê wîyî ÅŸexsî di serketina opêrasyonên dijî dijmin da Semend Sîabendov du caran hêjayî ordênên Ala Sor dibe, lê sala 1944an ordêna Sûvorov ya dereca dudan didinê, li meha sibatê eynî salê hêjayî ordêna Åžêr ya dereca yekê dibe…
Nav û dengê ÅŸervanê kurdî efat li welêt bela dibe. Çendek nakeve navberê, 24 adarê sala 1945 an, duh meh berî serketinê, bi biryara serokatîya dewleta Yekîtîya Sovyetê ewledê gelê kurd, ÅŸervanê efseneyî, serhingê Ordîya Sor Semendê Elî Sîabendov hêjayî navê mêrxasê Yekîtîya Sovyetê dibe, ku li welêt xelata herî bilind bû.
Eva ne tenê ji bo ÅŸexsê wî, lê ji bo bi dehan hezaran kurdên wî welatî nav û rûmeteke mezin bû.
Åžedên wan salan digotin, ku di axlêva sala 1945an da behsa wê bûyera kêfxweÅŸîyê digihîje xelkê navçeya Elegezê… Dibêjin serokê navçeya wan yê berê — Semend Sîabendov hêjayî navê Mêrxasê Yekîtîya Sovyetê bûye. Li gundê wî — Sengerê, li ber derê mala bavê wî ÅŸayînetîyeke mezin çê dikin. Xelkên kurd û ermenî yên wê navçeyê û yên dorê dicivin, ji serokatîya komarê, leÅŸkerên payebilind ji Rewanê tên, ÅŸayînetîke mezin çê dibe û nameya rûmetê-ÅŸêkirdarîyê ya serokatîya ordîya Sovyetê, ku li ser navê bavê mêrxas hatibû ÅŸandin, li wir dixûnin.
Ew name belgekî dîrokî ye. Tê da derheqa mêrxasî, efatî û emekê lawê kurd di ÅŸerê dijî dijmin da tê gotin. Name bi van xetan dawî dibe:
„…Razîbûn û sipasîyên mezin ji we ra, Sîabendê Elî, ku we ewledekî hêjayî Mêrxasê welatê me mezin û perwerde kirîye. Em ji we ra sehet û qewat û jîyana bextewar dixwezin".
Pey ÅŸêr ra ew dîsa vedigere Ermenistanê. Birînên ÅŸêr kûr bûn. Mal tunebû, ku ziyan nedîtibû. Gund û bajar xirav bûbûn. Dijwerî çiqas bêjî hebûn.
Semend Sîabendov pêÅŸîyê di Komîtêya Navbendî ya Partîa Komûnîstîyê ya Ermenistanê da dixebite, paÅŸê dîsa tê bijartin wek Sêkrêtarê pêÅŸin yê navçeya Elegezê, ku piranîya gundên wê gundên kurdan bûn. Pirsgirêkên aborî, civakî, kûltûrî, sosyalî li navçeyê pir bûn. Serokê navçeyê ji bo xweÅŸkirina halê xelkê her tiÅŸtî dike.
Ew sala 1950î li paytextê welatê Sovyetê — Moskow Mekteba Partîyê ya here bilind xilaz dike.
Ji sala 1952an ew li wezîreta hukumata Ermenîstanê derbazî ser kar dibe, berê wek cîgirê wezîr, paÅŸê serokê beÅŸa kadroyan…
Û usa heta dawîya jîyana xwe.
Sala 1989an, di heyÅŸtê neh salîya xwe da diçe ber dilovanîya Xwedê.
Sîabendov pêÅŸewitekî gelê xwe bû. Guhê wî tim li ser jîyana komarê ya kurdewarîyê bû, herdem tevî hatin-çûyîn, eyd-erefatên gelê xwe dibû.
Sala 1960î bi veçêkirin û hazirkirina wî destana „Sîabend û Xecê„ hate weÅŸandin, ku sala 1962an bi ermenî jî hate wergerandin û weÅŸandin.
Destana wî ya bi navê „Jîyana Bextewar" sala 1966an bi kurdî û wergera ermenî jî sala 1969an hate weÅŸandin. Destan hewaskar e. Nivîskar di destanê da behsa jîyana xwe dike.
***
Derheqa mêranîya Mêrxasê Yekîtîya Sovyetê Semendê Elî Sîabendov da gelek stiran hatibûn hûnandin û li Ermenistanê dihatin stiran.
Emê ji wan stiranan yekê raberî guhdarîya we bikin: (Çevkanî: FOLKLORA KURMANCÎYÊ, bi hazirkirina Hecîyê Cindî; Rewan, sala 1957an, rûyê 291ê).
SEMENDÊ SÎABEND
Mêrxasê Tifaqa Sovyetê
Tu kela mêran î, mêrxaso!
Åžerekê çê bû li Gomêlê bilindcîyan,
Eskerê kafirê Hîtlêr êvar da dikiÅŸe ser eskerê me bi du-sê cîyan,
Semendê Sîabend sond xwerîye bi sonda temam,
Ewê qirke kafir eskerê Hîtlêr,
Nav û dengê wî wê belabe nav koma neyaran.
Tu kela mêran î, efato!
Åžerekê çê bû çemê Gomêlê wa bi çîl e,
Avtomata bavê Tîtal di êvar da wîle-wîl e,
Semendê Sîabend sond xwerîye bi sonda temam,
Ewê qirke kafir eskerê Hîtlêr, derbazke Bêrlînê,
Wê qirke-qirke, yên dinê wê bigire dîle.
Tu kela mêran î, xweÅŸmêro!
Åžerekê çêbû li çemê Gomêlê dev zinaran,
Sibe ye, wê da tê dengê bavê Tîtal, nalîna van faÅŸîstan,
Semendê Sîabend sond xwerîye bi sonda temam,
Ewê qirke kafir eskerê Hîtlêr, derbazke ji Bêrlînê,
Nav û dengê wî wê bela be li nav gund û ÅŸeheran.
Tu kela mêranî, birayo!
De lêxin, birano lêxin,
De lêxin, hevalno lêxin,
NîÅŸanê bigrin, nîÅŸana xwe ÅŸaÅŸ nekin,
Li orta enîya van kafiran xin,
Cendekê van faÅŸîstan li erdê raxin,
Heyanî dergê Moskvayê-
Navê Semendê Sîabend li dine xin!
***
Bi deha hezaran kurdên welatê Sovyetê bi mêranî beÅŸdarî ÅŸerê navbera faÅŸîstên alman û welatê Sovyetê bûn. Di wî ÅŸerê dijwar da bi hezaran hatine kuÅŸtin, seqet bûn, mal çûne ber mîratê, jin bî man, zarok sêwî man, miraz û merem teribîn…
Gelek jî bi ordên û medalên serketinê va vegerîyan… Rojhilatzanê kurdî remetî, serokê para kurdzanîyê ya Înstîtûta Rohilatzanyê yê berê ya Akadêmîya Ermensîtanê ya Zanyarî Xalit Çetoyêv lêkolîneke pir giranbiha li ser vî babetî kirîye û pirtûkeke delal bi zimanê rûsî weÅŸandîye.
Di dîroka wî ÅŸerî da kurdan jî navê xwe nivîsîn… Lê ew dîrok bi siteyrka zêr, ya Mêrxasê Yekîtîya Sovyetê Semendê Elî Sîabendov va xemilî, ku herdem li ser pêsîra wî diçûrisî.


Print


.
2023-10-30 - 14 :33    Dr ZerdeÅŸt Haco Xelata Mîr Celadet Bedirxan wergirt
2022-11-23 - 20 :54    Navdareki Kurd : Cewoyê Emer Mamoyan
2021-04-17 - 05 :23    “Yêrêvan xeber dıde” koça xwe bar kır
2020-03-31 - 14 :45    KURD ÇAWA BUN `miletê êzidî` ?
2020-02-28 - 15 :32    Kurdî qedera min e
2020-01-29 - 12 :58    JÄ°YANA NIViSKARÊ KURD ELÃŽYÊ EBDILREHMAN
2019-09-07 - 04 :49    YEKÄ°TÄ°YA KURDA, ROLA SEROK Û PARTÄ°YÊN KURD
2018-08-21 - 16 :14    Nirxandina Islama Siyasî di neynika wêjeya Kurdî de
2015-01-24 - 04 :34    WEZÃŽRÊ EÅžO ÇU SER DILOVANÄ°YA XWE
2013-01-01 - 06 :21    Dimilkî yek ji zaravayên zimanê Kurdî ye
2012-01-22 - 12 :06    Dostaniya Cegerxwîn û H. Emînê Perîxanê ba Ermeniya
2012-01-14 - 01 :24    Mihemedê Siloyê Bava koça xwe bar kir...
2012-01-14 - 00 :55    Prof. Dr. Wanli çû ser dilovanîya xwe
2011-11-08 - 22 :00    Mêrxasê Sovyetê: Semendê Elî Sîabendov
2011-10-15 - 02 :00    Jiyan û xebata Mehmed Uzun
2011-09-18 - 01 :32    Jiyan a nivîskarê kurd Eskerê Boyîk
2011-03-17 - 01 :54    Barzanî: Divê em hev xaîn îlan nekin
2011-02-08 - 02 :25    Dîktatorek diçe yek tê
2010-11-16 - 00 :03    Pêncî saliya ÅŸewata zarokên sînema Amûdê
2010-11-13 - 20 :48    Girîşayê Memê ji nav me koç kir



About us  |  Contact information
Copyright 2008, ANP. All rights reserved.
Powered by Med Diplomatic