Dewletên Kurd di dema Îslamê da
Siyasetmedarê Kurd, Kemal Burkay (*)
Berî ku li ser babeta xwe bisekinim, dixwazim behsa bûyereke mihîm yên van rojên dawî bikim. Wekî hûn jî zanin, dîrokzanê Kurd ê namdar, Prof. Åžekroyê Xudo çend roj berê li Moskowê çû heqîya xwe. Åžekro Kurdekî jîr, dilgerm û zanayekî hêja bû li ser dîroka Kurd. Bi mirina wî me rewÅŸenbîrekî baÅŸ winda kir. Lê kar û xebata wî û berhemên wî her bimînin. Neslên teze navê wî jî, wek yên dinê ku ji zman, edebîyat û dîroka Kurd ra xizmet kirine, wê bi hurmet bînin bîra xwe.
Dîsa ez bêm ser mijara îro. Belê, mijara me dîroka Kurd e. Gelo em Kurd dîroka xwe çiqas dizanin? Yan çiqas giranîyê didin dîroka xwe? Mixabin, Kurdên ku firsend ne dîtine ne çûne mekteban, baÅŸ perwerde ne bûne bila li wir bimîne, lê Kurdên ku xwendine, jîmnazyum û zenîngeh xilas kirine, heya gelek Kurdên “nivîskar” û “rewÅŸenbîr” jî, mixabin dîroka xwe baÅŸ nizanin.
Ez çend caran rastî hevalên nivîskar û sîyasetmedar hatim ku, hayê wan ji dîroka Kurd tune. Du caran di înternetê da rastî nivîsên usa hatim ku, digotin “Kurdan dewlet çênekirine...” Carê jî hevalekî huquqnas û sîyasetmedar dîsa usa nivîsandibû; digot “herçiqas me Kurdan tu dewlet çênekirîye jî em gelekî baÅŸ in, me xirabî ne kirîye...”
Bi rastî, ez li himber van gotinan ÅŸaÅŸ û metel mam. Gelo çawa dibe, ma hayê van hevalan ji dîroka Kurd tune? Min ew kes rexne kirin û min li ser vê babetê nivîsand . Xuya ye hayê wan ji dîroka Kurd tunebû!
Lê herdu heval jî, li cîyê ku kêmasîya xwe bibînin û qebûl bikin, ji min aciz bûn û acizîya xwe bi nivîskî jî nîÅŸan dan...
Belê, heya nivîskar û rewÅŸenbîrên me jî qîmetê nadine dîroka xwe, xwe nawestînin ku vê dîrokê nas bikin, baÅŸ hîn bin.
Malûm e, Kurdistana BaÅŸûr jê derxe –ew jî vê dawîyê bû xwedî îmkanên baÅŸ- dibistan û zanîngehên me Kurdan tunin ku zmanê Kurdî, her usa jî dîroka Kurdî hînî me bikin. Wek nimûne, me Kurdên Bakûr di mektebên dewleta Tirk da xwend. Zman zmanê wan, dîrok, dîroka wan bû. Dîrokek ku li ser vir û derewan çêbûbû. Ji destpêka dîroka mirovetîyê digirtin her tiÅŸt wek malê xwe nîÅŸan didan. Wekî hemû nebe jî, piranîya dewletên dinyayê wan çêkiribûn!
Gor vê dîrokê Hîtîtên Anadolê Tirk bûn! Ûrartu Tirk bûn! Hûn Tirk bûn û hukimdarê wanê bi nav û deng Atîlla jî, yek ji wan Tirkên namdar bû! Dewleta Cengîz û Têmor Tirk bûn! Heya Silheddînê Eyûbî jî Tirkekî temam bû!
Hewce ye ku ez bêjîm? Hîtît qewmeke Aryan bûn û tu eleqê wan bi Tirkan ra tune. Hurrî û Urartû jî Aryan bûn û li ser coÄŸrafya Mezopotamya Bakûr û Kurdistanê hukim kirin. Dema ew hebûn, hîn navê Tirkan li dinyayê tunebû. Atîlla Macar bû, Cengîz MoÄŸol bû û Têmor jî Teter...
Asya welatê bi dehan, belkî bi sedan xelkan e. Tirk yek ji wan in û yek ji wan irqên “zer”in, mîna Çînî, Korî, Japon, Mongol. Teter û hwd.. Her usa jî di dîrokê da gelek dereng derketin ortê..
Lê gor wan kitêb û mamosteyên Tirkan, em Kurd ji xwe tunebûn. Ne zmanê me hebû ne dîroka me! Helbet me tu dewlet jî çênekiribû! Di mekteban da serê zarokan, her usa jî serê me Kurdan bi van derewan tijî dikirin. Malbatên me jî piranî nezan bûn ku me hiÅŸyar bikin. Yê ku bizane jî ditirsîya ku dijî van derewan derkeve.
Ku em mezin bûn, di nav me da hin kes hêdî hêdî di derheqa van derewan da hiÅŸyar bûn. Bi taybetî di salên 1960 vir da Kurdên Bakûr jî komele ava kirin, weÅŸan derxistin û di derheqa zman û dîroka Kurd da jî hat nivîsandin û kitêb derketin. Em pê hesîyan ku em Kurd yek ji wan xelkên berê ne ku di destpêka dîroka nivîskî da xwe nîÅŸan daye. Me di dîrokê da, berî Îslamîyê û piÅŸtî Îslamîyê gelek dewlet çêkirine. Ew dewletên me ne bi derewan, lê bi rastî çêbûne!
Zmanê me jî, dîroka me jî gelek kevn û dewlemend e û divê em pê serbilind bin. Bona vê yekê jî divê zmanê xwe baÅŸ bi kar bînin û vê dîroka xwe nas bikin...
Neyarên me dema zmanê me û dîroka me vediÅŸêrin, pîçûk dibînin, helbet armancek wan heye. Ew bi vî awayî dixwazin me bihelînin, wek millet winda bikin. Gelê ku zmanê xwe qels û winda be, dîroka xwe nasneke, nasnama xwe jî winda dike.
Dîrok jî wek zman, yek ji stûnên hebûna me ye.
Dîrok ne tenê dewlet çêkirin e, ne tenê ÅŸer û feth û nav û dengê hukumdaran e. Her usa jî bajarvanî ye, avadanî ye, berhemdarî ye di warê zanîn û hunerê da. Di bajarvanîya Mezopotamya, Anadol û îranê da me Kurdan roleke mezin lîstîye.
Îro êdî em baÅŸ dizanin ku, bav û kalên me ji hezaran sal berê li ser axa Kurdistanê jîyane. Lolo, Qasî, Gutî û Eleman, Subarîyan û Hurrîyan (Ku hemdemên Åžumîr û Babîlîyan bûn) 4-5 hezar sal berê li ser axa Kurdistana îroyîn, Mezopotamya Bakûr û li Zagrosan, ji dor Gola Wanê heya Meletyê, ji Kerkûk heya Antakyê jîyan, nivîsên mixî û hîyeroglîfî bi kar anîn, qesr û qele û bajar ava kirin. PiÅŸtî wan Xaldî (Ûrartû), Mîdî û yên din tên.
Îro dîsa baÅŸ eÅŸkere bû ku di dinyayê da ÅŸoriÅŸa neolîtîk li ser axa Kurdistanê dest pê kirîye. Ango mirovan cara pêÅŸîn 10-11 hezar sal berê li dor çemê Dîcle, li Rewandûzê û li hêla Dîyarbekrê pez û kûçik kedî kirine, ceh û genim çandine, xanî çêkirine û gund ava kirine...
Belê, îro wek berê nîn e. Êdî di derheqa dîroka Kurdan da gelek malûmatên zanistî, gelek ÅŸop û berhem hene û bi destê bîyanîyan û bi destê Kurdan gelek kitêb çap bûne. Em Kurd êdî dikarin dîroka xwe baÅŸ hîn bin û bi vê dîroka kevn û dewlemend serbilind bin.
Helbet ne tenê ji bo serbilindî, her usa jî divê em dîroka xwe baÅŸ bizanin ku ji ÅŸaÅŸî û kêmasîyên xwe dersan jî bistînin. Gelê ku dîroka xwe baÅŸ nezane, nikare dahatûya xwe jî baÅŸ rêz bike.
Xwendevanên delal, ez bêm ser babeta xwe ya vê konferansê. Bebeta min Dewletên Kurd in di dema Îslamê da.
Lê berî ku behsa van dewletan bikim, divê bi Kurtî behsa Kurdan û Kurdistanê bikim ya berî Îslamîyetê.
Min li jorê, piçek behsa dema antîk kir. Malûm e, Mîdî jî wek bav û kalên Kurdan têne qebûlkirin. Mîdî dora hezar salî BÊ (Berî Êsa) gihan rojavayê Îranê û Kurdîstana îro, di sala 612 da (BÊ) Nînova girtin, dewleta AÅŸûr hilweÅŸandin, di eynî demê da welatê Xaldîyan jî dagîr kirin, heya Çemê Xalîcê (Kizilirmak) çûn. Împaratorîya Îranê Mîdan avakir û piÅŸtra kete destê Farisan (Persan). Helbet Mîdî gelê pêÅŸîn ne bûn li Kurdistanê, lê xuya ye bi gelên heyî ra (Xaldî û Naîrî) kelîyan.
Di dema sefera Ksenofonê Grêkî da, mintiqa BaÅŸûrê Gola Wanê, ango Kurdistana Merkezî wek Gordîene (Kurdîyene) dihate nasîn û li vir Kardûk dijîyan ku hema hema temamîya dîrokzanan dibêjin ew Kurd bûn.
Mîdan, piÅŸtî ku hukimdarî winda kirin jî di dîroka Îranê da rol û granîya wan tim hebû. Mîdya heya hatina Erebên Îslam hebûna xwe parast.
Hukumdarîya Persan bi destê Îskenderê Mezin hate ruxandin û Kurdistan demekê kete bin destê wan. PiÅŸtî Makedonîyan Romî hatine mintiqê. Li Îranê jî berê Part (EÅŸkanî), piÅŸtra jî Sasanî hukum bi dest xistin. Di vê demê da Kurdîstan di navbera împaratorîya Îran û Romîyan da ma, parçe bû, bi sed salan bû warê ÅŸer û ÅŸewatê.
PiÅŸtî ku dînê Êsa (Xaçparêzî) derket, di hêla Sûrîyê, Anadolê û Kurdîstanê da jî belav bû. Li vê mintiqê bi taybetî mezheba Suryanî bû. Romî berê dijî Xaçparêzî bûn û cezayên mezin dane wan. Lê piÅŸtra ku Xaçparêzî qebûl kirin (di dema Konstantîn da, sedsala 4’an) hingê ev ol di hêla Kurdistanê da, cîyên ku di bin destê wan da bûn, wek Mêrdîn, Farqin, Dîyarbekir, bi taybetî di nav Ermenîyan da xurt bû..
Di sedsala 7. da jî Erebên Îslam Kurdistan û Îran fetih kirin.
Malûm e, Misilmanî piÅŸtî derketina xwe, bi rîya feth û ÅŸer ber bi çar alî zû belav bû. Hîn di sala 633 da (BÊ) ordîyên Ereb, ber bi bakûr û rojhilat çûn û ÅŸerê Îranîyan kirin. Hingê Îran di bin hukumdarîya Sasanîyan da bû. Åžerê pêÅŸîn ê mezin di navbera Ereb û Îranîyan da di sala 637 da li dora Dîclê, li Qadîsîyê çêbû û Îranî ÅŸikîyan, hukumdar Yezdegerdê III. xwe avête Mîdyayê. PiÅŸtî wê Ereban hêla Mûsilê dagîr kirin û ber bi bakûr û rojhilat çûn, Kurdistana BaÅŸûr ket bin destê wan.
Di navbera Ereban û Îranîyan da ÅŸerê duduyan ê mezin di sala 642 da, di dema Xelîfe Omer da li nêzî Hemawendê çêbû û dîsa Ereb bi serketin. Dîrokzanê Ereb El Balazurî dibêje ku hêla Åžehrezorê ber xwe da, lê fermandarê Ereb Utba di 643 da zora wan bir û dijî Kurdan ÅŸer kir, gelekî wan kuÅŸt û ev mintiqe heta Azirbaycanê zeft kir.
Di sala 936 da Ereban li Yarmukê bi ordîya Bîzansê ra ketin ÅŸer û ew ÅŸikandin, Sûrîye bi dest xistin. PiÅŸtî wê heya sala 939 carina bi ÅŸer, carina bi hevhatin Cizîr, Nisêbin, Mêrdîn, Heskîf, Ruha, Farqîn, Amed (Dîyarbekir), Egîl, Bitlîs û Xelat bi dest xistin. Amedê li himber wan pênc meh ber xwe da.
Åžerê Kurdan û Ereban piÅŸtî wê jî nesekinî. Cî û cî Kurdan misilmantî bi zora ÅŸûr qebûl kirin, lê li hin cîyan jî bi Ereban ra li hev hatin. Razî bûn ku beÅŸ û bac bidine Ereban, alîkariya leÅŸkerê wan bikin, wan jî soz dan ku ji ol û adetên Kurdan ra hurmet bikin. Lê piÅŸtî ku leÅŸkerê Erep diçû, Kurd cardin vedigerîyan ser ola xwe yê berê, ku ZerdeÅŸtî bûn.
Ev lec û berxwedanên Kurdan nêzî sê sedsal ajot û di vê demê da mirov dikare bêje Kurdistan kelîya. Li mintiqa Kurdistanê gelek serhildan çêbûn, wek serhildanên Babek, Daysam û ya ReÅŸikan (Zînc) ku Kurdan jî piÅŸtgirîya wan kir. Bîr û bawerîyên wek Xarîcî, Hurremî, Yêzdî li gelek cîyên Kurdistanê derketin ortê yan jî li wir xurt bûn.
Di sala 750 da Eba Mûslîmî Xorasanî ku bi eslê xwe Kurd bû, pêÅŸengîya ÅŸoriÅŸekê kir dijî Emewîyan, zora Xelîfe Merwan bir û li Bexdayê xelîfetî teslîmî Abbasîyan kir.
PiÅŸtî Abbasîyan jî ÅŸer û pevçûnên Kurdan ne sekinî, heya destpêka sedsala 10. Hingê êdî Kurd westîyan, Misilmanî qebûl kirin û vêcar jî ew parastin dijî Xaçparêzan û yên dinê..
Her usa jî van serhildanên Kurdan hêza Xelîfeyên Ereb sist kir û li vir û wê Kurdan dewletên serbixwe yan jî nîv serbixwe çêkirin.
Tarîxa Kurd Åžerefname, devlet û mîrekîyên Kurdan dike sê beÅŸ: BeÅŸa yekem ew in ku devletên serbixwe avakirine û dîrokzan wan wek sultan û padÅŸa bi nav dikin. Åžerefxan dibêje ewana pênc in:
1- Merwanî; Hukumdarên Cizîr û Dîyarbekirê ne;
2- Xanedanê Hasanweyh; hukumdarên Dînawer û Åžehrezorê;
3- Lorên Mezin; hukumdarên Fedlawî;
4- Lorên Piçûk;
5- Eyyûbî; hukumdarên Misir û Åžamê...
BeÅŸê duvem her çiqas, wek sultan û padÅŸayan dewleteke serbixwe çênekirine jî, carina bi navê xwe pere derxistine û xutbe dane xwendinê. (Hukumdarên Erdelan, Hekkarî, Îmadîye-Badînan, Cizîra Botan). BeÅŸê sêwem jî mîr û hukumdarên dinê ne. (Åžeref Xan di kitêba xwe, beÅŸa çaran da behsa Mîrekîya Bitlîsê dike.)
Dîrokzanê Kurd Mehmet Emîn Zekî jî di kitêba xwe ya “Tarîxa Kurd û Kurdistanê” da tevî vana, hin dewletên Kurd ên dinê jî wek xanedanên serbixwe nîÅŸan dide:
- Åžeddadî;
- Benî Înaz (mîladî 986-1116)
- Åžebankare (li Farsê, di sedsalên 11-14 da sê sedsal hukim kirîye);
- Salarîyên Ezirbaycanê (mîladî 910-1030)
- Mîrên Erdelanê (hîcrî 617-1284);
- Zend ( hîcrî 1167-1202)
- Mîrekîya Horasanê (hîcrî 643-785)
- Brahuyîyên Belucîstanê (hîcrî 1172-1300)
Guhdarên delal, helbet, babet fireh e û waxt jî kêm e. Bona vê yekê ezê di nav van dewletan da behsa yên sereke bikim.
Dewleta Åžeddadî.
Her çiqas di Åžerefnamê da behsa Åžeddadîyan nabe jî, di çavkanîyên dinê da ev dewlet tê nîÅŸan dan wek dewleteke mezin yê Kurd. Mirov dikare bêje dewleta Åžeddadî, di dema Îslamê da dewleta Kurd ya herî pêÅŸîn e ku li beÅŸekî Bakûrê Kurdistanê û li Azirbaycan û Arranê ava bûye. Tevî Azirbaycanê, Ermenîstan û Gurcîstan jî di bin hukumdarîya wan da bûye (Tevî Tebrîz, Tiflîs, Qerebax û Nahcîwan).
Avakirê dewletê Benî Åžeddad e ji qebîla Rewadî. Gor gelek çavkanîyan, Eba Muslîmî Xorasanî û Sileheddînî Eyûbî jî ji vê qebîlê ne. Payîtextê wan ê pêÅŸîn bajarê Dabîl (Dwîn) bû, nêzî Erîwanê. PiÅŸtra Gence kirin payîtextê xwe.
Hin çavkanî destpêka vê dewletê 951 nîÅŸan didin ku heya dawîya sedsala 12, ango 250 sal devam kirîye. Ji vê malbatê 14 kes sultanî kirine. Lê hîn di despêka sedsalê 10 da ew li vê heremê xwedî mîrayetî bûn û mîrê wan Yaqûp As Åžadya bû (901-928) û bi navê xwe pere derxistibû. Gor van çavkanîyan dewleta Åžeddadî qasî sê sedsal hukum kirîye.
Bazîl Nîkîtîn dibêje piranîya nifûsê mintiqê Ermenî bû. Lê malûmatên dinê nîÅŸan didin ku di wê demê da, bi taybetî mintiqa Azirbaycan û Aran da Kurd pir bûn. Ji xwe Tirk hîn ne hatibûn mintiqê û tu eleqeyê navê “Azirbaycan” (Adirbaycan) bi Tirkan ra tune. Gor gelek çavkanîyên Grêkî, Ereb û Ermenî wê demê ev mintiqe warê eÅŸîrên Kurdan bû. Kurdan dijî êrîÅŸên Ereban gelek ÅŸer kirin û bi wan ra peyman çêkirin ku ola xwe biparêzin û cejnên xwe jî bi serbestî bikin. Dîsa, di sala 944 da, Kurdan dijî êrîÅŸa Ûris û Wîkîngan bajarê Barzayê (Barda) parastin.
Tirkên Oguz di destpêka sedsala 11 da hatin vê mintiqê, di sala 1054 da Tebrîz girtin, lê hukma Åžeddadîyan li mintiqeyên dinê berdewam kir. Di sala 1072 da hukumdarîya Åžeddadîyan bû du beÅŸ, payîtextê beÅŸekê Gence, ya dinê jî bajarê Anî bû. Di sala 1088 da hukumdarê Tirk MelîkÅŸah Gence zeft kir, lê beÅŸa Anî heya sala 1199 berdewam kir; hukumdarê dawî Kay Sultan bû.
Åžeddadîyan li vê herêmê gelek avadanîyên balkêÅŸ çêkirin. Yek ji wan pira mezin li ser Erezê bû. Bajarê Anî, ku Mînorskî dibêje “Bajarê hezar û yek dêran e”, baÅŸ parastin, li wir mizgeftên xweÅŸîk jî ava kirin. Dîroknivîserê bi nav û deng Îbn ul Esîr ji bo Genceyê dibêje ku “bajarê bajaran bû li welatê Arranê.” Yakut Hamawî jî dibêje li vî bajarî gelek edîb, zana û mihendîz civîyabûn.
Dewleta Hasnawî (Hasanweyh)
Ev dewlet li Cîbalê, ango li ser axa Kurdîstana Rojhilat (Îran) di sala 959 (mîladî) ava bû. Avakirê vê dewletê Hasanweyhê Kurê Hûseyîn ji eÅŸîra Barzikanî (Barzinî) bû.
Hingê li Bexdayê Buheywî li ser hukim bûn. Hasanweyh, tevî Ruknuddewleyê hukumdarê Buheywî tevî sefera Horasanê bû, di vê seferê da nav û dengê xwe da bihîstin. PiÅŸtra pêvendîyên wan xirab bû, di nav wan da ÅŸer derket û Hasanweyhî ji bin sîya wan xilas bûn.
Ev dewlet her usa ji hemdemê dewleta Åžeddadî bû; Åžeddadîyan li bakûr, Hasnawîyan li baÅŸûr, li mintiqa Åžerezor, Dînawer heya Hemedan û Nîhawendê hukim kirin.
PiÅŸtî Mirina Hasanweyh kurê wî Bedr bû hukimdar (979). Di dema wî da dewleta Hasnawî xurttir bû, ber bi baÅŸûr û rojhilat firehtir bû; Ahvaz, Hûzîstan, Berûcerd û Esadabad jî kete nav sînorên wan. Bedir di sala 1015 da di ÅŸerê Qela Koscîdê da hat kuÅŸtin û kurê wî Tahir cîyê wî girt.
PiÅŸtî Tahir xanedana Hasnawî giha dawî û hukim kete destê Îyaran. Ew jî qebîleyeke din bûn ji eynî eÅŸîrê. Wana 130 sal li mintiqa Åžerezor û KîrmanÅŸah hukim kirin. M. Emîn Zekî wan wek “Dewleta Înaz” bi nav dike.
Gor M. Emîn Zekî, Buheywîyên ku wê demê li Bexdayê hukim dikirin, ew jî bi eslê xwe Kurd bûn. Berê li BaÅŸûrê Behra Hazarê ciwar bûbûn. Di destpêka sedsala 10. da Navçe û BaÅŸûrê Îranê bi dest xistin û piÅŸtra jî li rojava Cîbal (Kurdîstan) û Fars girtin û piÅŸtî wê jî Bexda zeft kirin û dewleta Buîd (Buheywî) ava kirin, li Bexdayê sed Salî zêdetir hukim kirin (945-1055). Xelîfeyê Abbasî di bin sîya wan da û bê tesîr bû, wek ÅŸeyxulîslam... Cîgerxwîn jî di “Tarîxa Kurdistan” da dibêje ku ew Kurdên Dimbilî bûn.
Dewleta Merwanî
Xanedana Merwanîyên Kurd li dawîya sedsala 10 xwe nîÅŸan da û li Farqîn (Silîwan) û Amedê (Dîyarbekir) hukim kirin. Di derheqa vê dewletê da di çavkanîyên Bîzansî û Ereban da gelek malûmat heye. Lê her usa jî dîroknivîserê Kurd Îbn’ul Ezraq, ku bi xwe jî ji Farqinê ye û di dema Merwanîyan da jîyaye, bi navê “Dîroka Amed û Meyafarqînê” kitêbek taybetî ji bo Merwanîyan nivîsandîye.
Avakirê dewletê ji eÅŸîra Humeydî bi navê Bad (Baz) bû. Hin çavkanî dibêjin Badê kurê Dostik berê ÅŸivanek bû, hin kes li dora xwe kom kirin û herêma Hîzanê û derdora wê kir bin hukmê xwe. Di sala 985 da (mîladî) çû ser Farqinê û bajar bê ÅŸer teslîm bû. PiÅŸtî wê jî Nisêbîn û Cizîr zeft kir û hukimdarîya xwe êlan kir. Hingê di navbera wî û hakimên Bexdayê Buheywîyan da ÅŸer derket; lê Bad zora wan bir, piÅŸtra jî ajote ser Mûsilê. Li hev hatin û Çîyayên Tûr Abdîn bû sînorê herdu dewletan.
Bad piÅŸtra bi Hemdanîyan ra kete ÅŸer, di ÅŸer da hate kuÅŸtin û brazîyê wî Ebû Alî Hasan bû hukimdar. Hemdanî ÅŸikestin û vekiÅŸîn Åžamê. Ebû Alî bakûrê Sûrîyê ji dest Bîzansîyan girt. Navê bavê Ebû Alî Hasan, Merwan bû. Bona vê yekê ji vê dewletê ra gotin Merwanî.
Di sala 993 da li hêla Xelat, ErcîÅŸ û Bargirîyê jî di navbera Merwanî û Bîzansîyan da ÅŸer çêbû, lê Bîzansî ÅŸikestin û bi ÅŸunda vekiÅŸîyan, di navbera herdu alîyan da peyman çêbû ku deh sal ÅŸerê hevdu nekin. Bi vî awayî di welatê Merwanîyan da aramî çêbû.
Di sala 998 da li bajarê Amedê xelk dijî Ebû Alî rabû, ew kuÅŸt û Ebû Tahîr Dîmne ji xwe ra kire mîr. Textê Merwanîyan jî ket destê birayê Ebû Alî, Saîdê bavê Mansûr. Amedê jî ev yek qebûl kir û xutbe bi navê Ebû Mansûr hate xwendin.
Mîrê Amedê Dîmne bajar 28 sal îdare kir. Xelk jê razîbû. Di dema wî da sûrên dîyarbekrê hatin bilindkirin û li alî rojhilat qesrek çêkir, ji qesrê heya çemê Dîclê rîya avê vekir. Bi Xelîfeyên Bexda û Misrê ra û bi Împaratorê Bîzansê ra pêvendîyên baÅŸ çêkir.
Ebû Mansur jî li Farqinê 13 salan hukim kir. Wî jî bi Xelîfe ra û hukimdarên derdorê ra pêvendîyên baÅŸ çêkîr, sûrên Farqîne xurt kirin. Lê Ebû Mansûr di sala 1011 da bi destê wezîrê xwe Åžêro hat kuÅŸtin. Birayê wî Ehmed zora Åžêro bir û bû hukimdar.
Ehmed bîn Merwan 52 sal hukim kir. Di sala 1025 da Mîrê Amedê Dîmne hat kuÅŸtin û mifteyê bajêr teslîmî Ehmed Bîn Merwan kirin. Dema wî bi aÅŸitî derbaz bû. Li Farqinê û derdorê gelek qesr, mizgeft, nexweÅŸxane, kerwansaray, çarÅŸî, hemam û baxçe ava kirin. Ji dûr va av anî bajêr. Li ser çemê Ambarê pira bîst derî çêkir. Li dor çemê Erqenîsê bajarê havîngeh Nasrîye ava kir.
Li qesra wî gelek mirovên zana û hozan civîyabûn. Li Amed û Farqinê kitêbxane rast kir.
Di sala 1043 da ordîyeke Tirkan bi 10.000 suwarî hêla Dîyarbekrê talan kirin û dora Farqinê girtin. Lê piÅŸtra ÅŸevekê fermandarên wan bi hev ketin, hevdu kuÅŸtin. Kurdan jî êrîÅŸ birin ser wan, leÅŸkerê wan belav kirin, beÅŸek jî hêsîr girtin.
Ehmed Bîn Merwan di sala 1062 da çû heqîya xwe û kurê wî Nîzameddîn bû hukimdar. Di dema wî da êrîÅŸên Tirkan ji Îranê ber bi Anadolê zêde bûn. Tirkmenan ji hêla serhedê heya Meletyê diçûn û talan dikirin. Bona vê yekê Bîzansîyan Merwanî gunekar kirin û di sala 1063 da êrîÅŸ kirin, dora Amedê girtin. Lê Kurdan zora Romîyan birin û ew revandin.
Di sala 1072 da li hêla Milazgirê di navbera Alpaslanê Selçûkî û împaratorê Bîzansî Romen Dîyojen da ÅŸerekî giran çêbû. Romî ÅŸikîyan û rîya Anadolê li ber Tirkan vebû. Di vî ÅŸerî da Kurdan jî piÅŸtgirîyeke baÅŸ dane Selçûkîyan. Ji çaryekê ordîya Alpaslan ji Kurdan pêk dihat.
Lê ev yek ji bo Kurdan baÅŸ nebû. Berê hêla serhedê kete destê Tırkan. PiÅŸtra, di sala 1084 da êrîÅŸî ser Amed û Farqinê kirin. Herdu bajararan jî nêzî salekê baÅŸ ber xwe dan, lê li Amedê xelayî çêbû û avên Farqinê hatin birîn, herdu bajar jî mecbûr man teslîm bûn (1085). Bi vî awayî dawîya dewleta Merwanî hat.
Dewlata Eyûbî
Di nav xanedanên Kurd da yên bi herî nav û deng dane Eyûbî ne. Wana li Åžam û Misrê, her usa jî li Kurdistanê hukim kirin. Di dema Sileheddînê Mezin da sînorên vê dewletê ji Trablûs heya Åžerezorê, ji Xelat heya Yemenê dirêj dibû.
Hukumdarîya Eyûbîyan ber bi dawîya sedsala 12 xwe nîÅŸan da û piÅŸtî ku demên xwe yên herî geÅŸ derbaz bûn jî hin milên wê, li hin welatan heya nîvê sedsala 14. hukim kirin.
Bapîrê Sileheddîn, Åžadî Bîn Merwan, xelkê bajarê Dwînê (paytextê Åžeddadîyan), ji qebîla Rewadî, eÅŸîra Hezbanî bû. Kurên wî Necmeddîn Eyûb û Åžêrgoh li vir hatin dinyayê. PiÅŸtra koç kirin hatin Bexdayê û Selçûkîyan Parêzgerîya qela Tîkrîtê da wan. PiÅŸtra jî ketin xizmeta Zengîyan, atabegên Mûsilê. Sileheddîn hingê hate dinyayê (1138).
Necmeddîn û Åžêrgo tevî hin seferên Îmadettîn zengî bûn û di zeftkirina bajarê Baalbekê da alîkarîya wî kirin. Necmeddîn Eyûb bû parêzgerê Baalbekê. Di wê navberê da Îmadettîn mir û kurê wî Nûreddîn Zengî bû hukimdar. Di dema wî da bi alîkarîya Necmeddîn û Åžêrgo bajarê Åžamê jî kete destê Zengîyan û Necmeddîn bû Walîyê Åžamê (1154). Åžêrgo jî bû fermandarê ordîyê, her usa jî parêzgerê Humsê.
Di wan salan da frengan êrîÅŸ dibirin ser Misrê û Xelîfeyê Fatimî El Adîd ji Zengîyan alîkarî xwest. Hingê Åžêrgo bi ordîya xwe sê caran çû Misrê, Freng qewirandin û di çûna dawî da wezîr Åžewra kuÅŸt û bû wezîrê Xelîfe (1169). Çend meh derbaz nebûn, Åžêrgoh çû heqîya xwe û Sileheddîn, hîn di 31 salîya xwe da bû wezîr.
Sileheddîn di sala 1071 da dawîya selteneta Fatimîyan anî, xutbe bi navê Abbasîyan, ango Xelîfeyên Bexdayê da xwendin û bi xwe li Misrê hukim bi tevayî girte destê xwe. PiÅŸtî Mirina Nûreddîn Zengî dest danî ser Åžamê û bi vî awayî Sûrîye û Iraq jî kete destê Eyûbîyan, heya çemê Feratê.
Yemen di sala 1174 da bi destê birayê Sileheddîn, Turan Åžah hate zeftkirin. Birazîyê Sileheddîn, Ferh Åžah jî bi ordîyekê çû zeftkirina Maxrîb (Bakûrê Afrîka) û heya Trablûsê (Libyayê) çûn, ev der ji dest Frengan girtin.
Sileheddîn di sala 1178 da jî Heleb ji dest Zengîyan û bê ÅŸer girt. PiÅŸtra ji cîhad vekir, li Libnan û Filistînê bi Xaçparêzan ra kete ÅŸer û vî ÅŸerî bi salan ajot, bû sedemê Seferên Xaçparêzan. Lê di dawîyê da Eyûbî bi ser ketin, ev mintiqe, tevî Qudsê ket destê Misilmanan. Lê Sileheddîn ne hiÅŸt ku li Xaçparêzan tu zulm bê kirin. Wî, wek serok û fermandarekî di van ÅŸeran da gelek bi nav û deng da, wek “Sileheddînê Mezin” hate bi navkirin. Tevî hêla Åžerezorê li BaÅŸûr, ji Cizîrê heya Xelatê, Bakûrê Kurdistan jî di nav sînorê dewleta Eyûbî da bû.
Sileheddîn di sala 1193 da çû heqîya xwe. Tirba wî li Åžamê ye. Tê qebûlkirin ku Sileheddîn him wek fermandarekî, him jî wek serokekî xwedî hesletên gelek baÅŸ bû; jîr û jêhatî, lê bi merhemet û edalet bû. Di dema wî da li Misrê û Åžamê avadanî gelek pêÅŸve çû, gelek tiÅŸt hatine çêkirin wek mizgeft, medrese, qesr û qela...
PiÅŸtî Sileheddîn kurê wî Melîk El Azîz bû Sultanê Misrê, apê wî Melîk el Adil jî bû walîyê Åžamê.
Di dema Eyûbîyan da di navbera Kurdan û Tirkan da bi taybetî li ser qontrola Kurdistanê gelek ÅŸer derketin. Wê demê li hêla Mûsilê Zengî, li hêla Xarpit û Dîyarbekrê Artuklu û ber bi rojava jî Selçûklu hebûn. Åžerê Kurdan û Tirkmenan bi salan ajot. Åžerê ku di sala 1185 da derket li Sûrîye, Dîyarbekir, Cizîr, Mûsil, Xelat, Azirbaycan û Åžehrezor çêbû û du salan ajot. Lê Kurd di van ÅŸeran da bi serketin û qontrola mintiqê bi dest xistin.
BeÅŸekê giran ji eskerê Eyûbîyan ji Kurdan, beÅŸek jî ji Tirkan pêk dihat. Di sala 1187 da dema Sileheddîn ji bo cîhadê gazî Kurdan kir, eÅŸîrên Kurdan tevî ordîya wî bûn. Di warê eskerî û îdarî da di miqamên bilind da gelek Kurd cî digirtin. Yek ji wan Kurdê Hekkarî Ebûl Heyca bû, ku fermandar bû û piÅŸtra bû Walîyê Qudsê.
Eyûbîyan her usa jî qîmet dane karê ticaret, zireet û zanistîyê. Di zemanê wan da ticaret bi taybetî bi bajarên Îtalyê ra geÅŸ bû. Her usa jî arîstokratên Ewrûpî gelek orf-adet ji Eyûbîyan girtin, ku sîstema armayan (nîÅŸan û sembolên eskerî û hukimdarî) ji wan in. Di qesrên Eyûbîyan da gelek mirovên zana, wek dîrokzan, zmanzan û hozan civîyabûn. Yek jê Îbn ûl Esîr e, yek Îbn Halîkan e, ku herdu jî Kurd in. Ebûl Feda ku di warê dîrok û erdnîgarî (cografya) da zana bû, bi xwe ji malbata Sultanên Eyûbî bû.
Hukumdarîya Eyûbîyan li Misrê heya sala 1254 devam kir. Hingê eskerên ku jê ra digotin “Memlûk” (kolemen) serî hildan û hukim bi dest xistin. Yemen di sala 1230 da ji dest derket. Heleb û Åžam di sala 1260 da, Hums di sala 1262 da ji dest derketin. Mîrayetîya wan ê Hamayê ya herî emirdirêj bû û di bin sîya Memlûkan da heya sala 1341 xwe parast.
Dewleta Selçukî ya Mezin ku li Îranê ava bûbû, di dawîya sedsala 12 da belav bû û Harzemî derketin, Îran dagîr kirin. Pir ne borî êrîÅŸa Moxolan dest pê kir di bin serokatîya Cengîz da. Moxolan berê xwe dan Îranê û Kurdistanê. PiÅŸtî wan jî, ber bi dawîya sedsala 14 da Teter hatin di bin serokatîya Têmurê Leng da. Ev êrîÅŸgerên han wek kulî û qimil her der talan kirin, hilweÅŸandin û hukumdarîya Eyûbîyan ji Kurdistanê rakirin û rê nedan avakirina dewleteke teze. Lê mîrayetîyên Kurdan li gelek cîyan ber xwe dan, xwe parastin. ÊriÅŸên Mongol û Teteran wek Refên kulî û qimil hatin û derbaz bûn, lê vêcar jî Kurdistan ket navbera du dewletên mezin, dewleta Osmanî û Îran. Wan bi sedsalan li ser Kurdistanê ÅŸer kirin û li dawî jî ew di nav xwe da parçe kirin.
Dewleta Lorên Mezin (Hukumdarên Fedlawî) (1161-1423)
Malûm e, Lorîstan di Kurdistana Rojhilat da ber bi baÅŸûr heremeke mezin e ku li wir Kurdên Lor û Bextiyar dijîn. Gor Åžerefnamê ew dewlet li Lorîstanê çêbû û hukimdarê pêÅŸî Ebû Tahir bû ji malbata Fedlawî.
Ebû Tahir berê di xizmeta Atabagê Selçûkîyan yê eyaleta Faris da bû û wek fermandar çû ÅŸerê hakimê Åžabankare, di ÅŸer da bi ser ket. Ji ber vê, Atabeg Sungur ew bi leÅŸkerekî xurt ÅŸande ser Lorîstanê. Ebû Tahir carina bi ÅŸer, carina jî bi rindî Lorîstan zeft kir. Berê navê atabegîyê li xwe kir, piÅŸt ra jî serxwebûna xwe êlan kir (1161 mîladî).
PiÅŸtî mirina wî kurê wî Hezar Esp bû hukumdar. Di dema Hezar Esp da Lorîstan gelek ÅŸên bû, dewlemend bû û di nav aÅŸitîyê da jî. Her usa jî sînorê hukimdarîya wî fireh bû, Xelîfê Bexdayê jî ji îdara wî kêyfxweÅŸ bû, jê ra xelat ÅŸandin û hin welatên dinê dan bin îdara wî.
PiÅŸtî wî kurê wî Tekle bû hukimdar. Di dema wî da Moxolan li ser Îranê û Kurdistanê girtin. Xulagû di sala 1258 da Bexda girt û ÅŸewitand, qetlîameke mezin kir. Tekle, ku berê ji wan ra bîat kiribû, piÅŸtra dij derket, ÅŸerê wan kir, ÅŸikest û hat kuÅŸtin. PiÅŸtî wî birayê wî Alp Ergun bu hakimê Lorîstanê. Di dema wî da welat cardin ava bû û pêÅŸve çû.
PiÅŸtî hatina Moxolan hakimên Lorîstanê ji wan ra bîat kirin, ketin xizmeta wan û bi vî ÅŸiklî text û hukumdarîya xwe parastin. Di dawîya sedsala 14 da Têmurê Leng Îran û Kurdîstan dagîr kir. Di dema wî da jî Lorîyan textê xwe parastin. Lê di sala 1423 da dawîya vê dewletê hat.
Lorên Piçûk
Ev xanedanê Kurd ku li herêma Lora Piçûk derketîye di nîvê duduyan ya sedsala 12 da (1156) xwe nîÅŸan daye. Ev herem li BaÅŸûr e, ji bajarê Huremabad heya Hûzîstanê diçe. Di Åžerefnamê da tê gotin ku ev herem hingê di bin destê Xelîfeyên Beydayê da bû û eÅŸîrên Kurd bi destê wan û Tirkên Selçûkî dihatin ÅŸêlandin, zêrandin û zulmeke mezin didîtin. Bona vê yekê li dora Åžucaeddînê kurê XurÅŸîd yek bûn ku xwe ji vê zulm û zêrandina giran biparêzîn.
Hakimên Lorên Piçûk ji pênc sedsalî zêdetir li vê mintiqê hukim kirin. Carina bi xelîfeyên Bexdayê, carina bi sultanên Selçûkî, bi xanên Moxolan ra, bi Têmurê Leng ra, bi Safevîyan û Osmanîyan ra ÅŸer kirin, carina jî li hev hatin û xizmeta wan kirin. Lê her usa jî bo hukim, di navbera bav û biran da, kur û pismaman da ÅŸer û xwînrêjî tim hebû...
Li Îranê hukumdarîya Zend (1759-1794)
Cîyê eÅŸîra Zend, ku eÅŸîreke Lorî ye, li nêzî Hemedanê ye, di dema Nadir Åžah da sirgûnî Xorasanê bûbûn. PiÅŸtî mirina Nadir Åžah vegerîn. Kerîm Xanê Zendî zora reqîbên xwe bir û piranîya Îranê kir bin hukmê xwe, bajarê Åžîrazê kir payîtextê xwe û bi vî awayî di dewleta Îranê da seltenet kete destê xanedaneke Kurd.
Birayê Kerîm Xan, Sidik Xan êrîÅŸ bire ser Besrayê û piÅŸtî ÅŸerekî 13 mehan zora Osmanîyan bir û bajar zeft kir. Besra heya dawîya hukumdarîya Zendîyan di dest Îranîyan da ma.
Di dema Kerîm Xan da ji bo pêÅŸvebirina ticaret û zireetê, bo aramîya welat gelek kar û xebatên hêja hatin kirin. Bi xwe ummî bû, lê qesra wî bi zana û hunermendan tije bû. Bi taybetî li bajarê Åžîrazê gelek mizgeft, xan û hemam ava kirin. Turbeya hozanê bi nav û deng, Sadî nu kir û turbeya Hafiz bi mermer çêkir. Mînorskî ji bo wî dibêje: “Hukumdarê herî baÅŸ bû, ku Îranê heya wê rojê dît.”
PiÅŸtî mirina Kerîm Xan di navbera bira û zarokên wî da ÅŸerê hukumdarîyê dest pê kir. Zendîyan berekî va di nav xwe da, berekî va jî bi xanedanê Tirk Qaceran ra ÅŸer kirin û sist ketin. Di sala 1794 dewleta Zendî giha dawîyê.
Hîn Hukumdarîya Erdelan, Mîrekîyên Mûkrî, Baban, Îmadîye, Cizîr, Bitlîs û gelekên din man, ku min behsa wan ne kir. Dîroka Kurdan dewlemend e, lê mixabin waxta me nema.
(*) Axaftina Berêz Kemal Burkay di konferansa ser dîrokê da ku di 10’ê Sibatê di sal a 2007a li Stokholmê hat çêkirin